1. navê fîlma ku bi derhêneriya alejandro gonzalez inarritu'yî di sala 2014'an de ket vîzyonê |
|
05.01.2016 19:14 |
ferhenga şikestî
|
2. (bnr: ferhenga şikestî) heyrana her sê çavê te me. min hefteyek berê min ê binivîsanda, lê mixabin ji ber fînalên saçme min dem peyda nekir binivîsim. min ê îro vekira, lê min dît te zîrekatî kiriye û vekiriye. dastxoş! sehneya di caprio û hirçî pir ecêb e, tebî ne du sed caran bê temaşe kirin.lê, lê babam helbet lîstikvanê min ê favorî tom hardy ye. ew bi vê performansê pêşerojekî peyt û zexm bigire. amîn îşela! |
|
07.01.2016 14:44 |
wiha wilo wisa
|
3. fîlma ku êdî di beşa fîlman ya tirşikê de jî heye; piştî kurê glass dimire, rojek di ser de derbas dibe û glass nû xwe digihine termê wî. wê şevê li ser bedena kurê xwe radizê. dema roja dîtir radibe, biryar dide ku here tola xwe hilde. loma qolyeya li stûyê kurê xwe hêdika dikişîne jor û bi hêsanî ji ser serê wî derdixe. bi hêsanî derdixe, ji ber ku serê kurê wî, mîna ku berî 5 deqeyan miribe, bi hêsanî ber bi pêş ve ditewe û alîkariya bavê xwe dike. lê diviyabû ne wisa be, piştî evqas dem li ser miriyek derbas dibe, rîgor mortîs pêk tê û termê cenazeyê dibe mîna tehtê. tiştek wisa nebe jî, di sermayek wisa de, dîsa jî diviyabû laşê kurê glass mîna darikek hişk bûya û şûna bitewe encax bişika. neyse, kitekitek gelek biçûk e lê bala min kişand min ji fîlmê gelek hez kir û bê dilxweşî temaşe kir. |
|
17.01.2016 20:21 |
simurg56
|
4. weke ku di şîroveyên jor de jî hatiye diyar kirin fîlmeke xweş bû. dîsa bandora yılmaz güney heye. bi taybtî: sehneya ku mêrik ji ber sermê dikeve hundirê hespê û jiyanên mirovên cuda yên rastî hevûdu tên... |
|
05.02.2016 14:09 |
nazim tolhildan
|
5. Filma min nû temaşe kirî. Film bi rastî baş e lê qasê min hêvî dikir bandor li min nekir . (Bawerim psîkolojiya wextê min temaşe dikir ez têde bum bêtir li benda senaryoyeke tevlîhevtir bu) |
|
08.07.2017 14:49 |
azadixwaz
|
brusk99 [2] |
|
hêklo meklo [1] |
|
payîzava [2] |
|
kylian mbappé [1] |
|
zwilling [2] |